Serok Erdogan bi telefonê bi Putîn re axivî

Serok Erdogan bi têlefonê bi Putînê Serokdewletê Rûsyayê re axivî

Serok Erdogan bi telefonê bi Putîn re axivî

 Serok Recep Tayyîp Erdogan bi Serokdewletê Rûsyayê Vladimîr Putîn ra bi têlefonê axivî.

Di daxuyaniya Serwêsa Çapemeniyê ya Kremlînê da hat gotin ku Erdogan û Putîn di axaftina bi têlefonê da li ser mijarên têkiliyên dualî, biryara ji nû va destpêkirina seferan, peydakirina aşiya Sputnîk Vê sekinîn.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku der barê rewşa dawîn a li Qerebaxê da jî îstişare hat kirin û wiha hat gotin: "Di axaftinê da xebatên Navenda Çavdêriyê ya Hevpar a Tirk-Ûris erênî hat nirxandin. Serokkomarê Tirkiyeyê piştgiriya xwe ya ji bo hewldanên Rûsyayê ya ji bo tam tetbîqkirina peymanên ku serokên Rûsya, Ermenistan û Azerbeycanê di danezanên di 9ê sermaweza 2020an û 11ê rêbendana 2021î pêş hat dîtin pêk bînin anî ziman."

Di daxuyaniyê da hat ragihandin ku herdu serokan jî teyît kir ku ji bo domandina pêşketina aborî ya li herêmê û restorasyona binesaziyê amade ne.

Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku li ser mijarên der barê çareseriya qeyrana Sûriyeyê jî sekinîn û got ku "Girîngiya fealiyetên hevpar ên artêşên Tirk û Ûris ên ji bo pêşîlêgirtina rageşiya li Îdlibê û bakurê rojhilatê welêt û têkoşîna dijî komên terorîst ên li van herêman mane hat destnîşankirin. "

Di daxuyaniyê da hat ragihandin ku herdu serokan ji bo domandina têkiliyên şexsî li hev kir, Putîn çavdêriyên xwe yên der barê hevdîtina ku li Cenevreyê bi Joe Bîdenê Serokê Amerîkayê ra kir bi Serok Erdogan ra parve kir.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE