Serokê Komara Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, bi peywendiya telefonî cejna her yek ji serokên Azerbaycan, Qeter, Ozbekistan, Kuwêt û Qazaxistanê pîroz kir.
Serok Erdogan, digel Serokomarê Azerbaycanê Îlham Eliyev, Mîrê Qeterê Şêx Temîm bin Hemed Al Sanî, Serokomarê Ozbekistanê Şavkat Mirziyoyev, Mîrê Kuwêtê Şêx Sebah Ehmed Cabir el Sebah, Serokomarê berê û Serokê Asambleya Gelan û Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Qazaxistanê Nûrsultan Nezerbayev peywendiyên telefonî encam dan.
Hat ragihandin ku di peywendiya telefonî de Erdogan û wan serokan cejna hevdu pîroz kir.