Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi telefonê digel Serokê Îsraîlê Isaac Hertzog axivî.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Ragihandina Serokomariyê di peywendiya telefonê de têkiliyên Tirkiye-Îsraîlê û mjarên herêmî hatin gotûbêjkirin.
Serokomar Erdogan di peywendiyê de anî ziman ku di navbera herdu welatan de di warê curbicur ên weke enerjî, turîzm û teknolojiyê de potansiyeleke bilind a hevkariyê heye.
Erdogan destnîşan kir ku hêviya civaka navneteweyî ew e ku îxtîlafa Filistîn-Îsraîlê di çarçoveya biryarên NYê de bi şiklê du dewletî, mayinde û berfireh bê çareserkirin.
Di peywendiyê de Erdogan bi boneya destkarbûna wî pîrozbahî li Hertzog kir û tekezê li giringiya têkiliyên Tirkiye-Îsraîlê ji aliyê ewlekarî û îstiqrara rojhilata navîn kir.
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku ew gavên erênî yên ji bo çareseriya îxtîlafa Filistîn-Îsraîlê dê bibe sedema herîkîna têkiliyên Tirkiye-Îsraîlê di mecrayeke erênî de.AA