Serok Erdogan bi telefonê digel Trump axivî

Serok Erdogan bi telefonê digel Serokê DYAyê Trump axivî

Serok Erdogan bi telefonê digel Trump axivî

Serok Recep Tayyip Erdogan, bi telefonê digel Serokê DYAyê Donald Trump axivî.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê Erdogan û Trump peywendiyeke telefonê encam dan.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku herdu serokan di peywendiya telefonê de li tenişt mijarên dualî, di serî de Rojhilatê Deryaya Spî li ser pêşhatên herêmî axivîn.

Serok Erdogan di peywendiya telefonê de bibîr xist ku ya ku bêîstiqrariyê li Rojhilatê Deryaya Spî dike aliyê Tirkiyeyê nîn e.

Erdogan tekezî li wê yekê kir ku Tirkiyeyê bi gavên berceste îsbat kiriye ku li Rojhilatê Deryaya Spî alîgirê diyalogê û kêmkirina rageşiyê ye.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE