Rayedarekî ji Yekîtiya Ewropayê diyar kir ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Charles Mîchelê Serokê Konseya YEyê di axaftina têlefonê ya îro da mitabiq man ku kanalên ragihandinê vekirî bihêlin.
Li gor agahiyên rayedarê YEyê da, Erdogan û Mîchel di axaftina têlefonê ya piştî nîvro da mijara Behra Sipî ya Rojhilat û biryarên di Lûtkeya Serokên YEyê ya 10-11ê berfanbarê da hatin hildan nirxandin.
Mîchel bal kişand ser girîngiya mayîndebûna kêmkirina rageşiyê, got dibê di navbera Turkiye û Yewnanistanê da hevdîtinên înkişafî ji nû va dest pê bikin.
Wekî mayîn Mîchel got dixwazin ku ji bo çareseriya pirsgirêka Qibrîsê mizakereyên di hîmayeya Neteweyên Yekbûyî da di dema herî nêz da bidin destpêkirin.
Erdogan û Mîchel mitabiq man ku kanalên ragihandinê vekirî bihêlin.AA