Serokê Komara Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li perava Zeytîliyê bi welatiyan re fitar xwar.
Erdogan ji xaniyê xwe yê li Kisikliyê derket û hat perava Zeytînliyê. Erdogan li vêderê digel welatiyên ku hatin pêşiya wî, sohbet kir û fotograf girtin.
Piştre Erdogan beşdarî fitara malbatekê bû ku li peravê li ser gilûgiya sofre danîbûn û bi wan re xwarin xwar.
Serokê Ragihandina Serokomariyê Fahrettin Altun, Berdevkê AK Partiyê Omer Çelik û Serokê Wîlayeta Stenbolê yê AK Partiyê Bayram Şenocak jî refeqeta Serokomar Erdogan kirin.AA