Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar û fermandarên TSKyê va çû ziyareta eskeran û li Fermandariya Tumena Piyedeyê ya 3yemîn bi wan ra fitar xwar.
Erdogan bi Wezîrê Parastina Neteweyî Akar ra hat Fermandariya Tumena Piyedeyê ya 3yemîn a Yuksekovaya Hekariyê ya di operasyonên terorê da serkeftinên mezin bi dest xistiye.
Sererkan Orgeneral Yaşar Guler, Fermandarê Hêzên Bejayiyê Orgeneral Musa Avsever, Fermandarê Hêzên Behrê Oramîral Adnan Ozbal û Fermandarê Hêzên Esmanî Orgeneral Hasan Kuçukakyuz Erdogan pêşwazî kirin û ew derbasî xwaringeha eskeran bûn.
Serokomar silav da eskeran, paşê bi Wezîrê Parastina Neteweyî Akar û fermandarên TSKyê va bi eskeran ra fitara xwe xwarin.
Hat ragihandin ev ziyareta Erdogan surprîz bû û nehatbû plankirin.
Serokê Ragihandinê Fahrettîn Altun û Midûrê Karên Taybet ê Serokomariyê Hasan Dogan jî bi Erdogan ra hatin.
Erdogan der barê xebatên eskeran da agahî hilda û paşê ew bi hev ra çûn ziyareta esnafan.
Li ser Kolana Îpekyoluyê Erdogan pastaxaneyek ziyaret kir û bi welatiyan ra sohbet kir, zarokekî 4 mehî yê bi navê Yagiz Efe hilda hembêza xwe û pê ra şabû.
Piştî ku Erdogan ji pastaxaneyê derket welatiyên li derva eleqeyeke mezin nîşanî wî dan.
AA