Serok Recep Tayyîp Erdogan biryarên Civîna Şûreya Eskerî ya Bilind pesend kir.
Serok Erdogan piştî civîna ku bi serokatiya wî hat kirin, biryar îmze kirin.
Li ser hesabê Medyaya Dijîtal a Erdogan wêneyên wî yên ku biryaran îmze dike hatin weşandin.
Korgeneral Selçuk Bayraktarogluyê Serokê Personelan ê Sererkaniyê biryarên Şûreyê teqdîmî Erdogan kir.
Dema Erdogan biryarên Şûreyê îmze kirin, Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar û Sererkan Orgeneral Yaşar Guler jî li wir amade bûn.
AA