Serok Erdogan çû Rûsyayê

Waliyê Enqereyê Vasîp Şahîn, Şaredarê Bajarê Mezin Mustafa Tuna Serok Erdogan li Balafirgeha Esenbogayê bi rê kir.

Serok Erdogan çû Rûsyayê

 Serok Recep Tayyîp Erdogan bi "TC-TUR"a balafira taybet va di saet 12.35an da çû Moskovaya paytextê Rûsyayê.

Waliyê Enqereyê Vasîp Şahîn, Şaredarê Bajarê Mezin Mustafa Tuna Serok Erdogan li Balafirgeha Esenbogayê bi rê kir.

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu, Serokê MÎTê Hakan Fîdan, Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin û Serokê Ragihandina Serokomariyê Fahrettîn Altun jî bi Erdogan ra çûn Moskovayê.

Serok Erdogan wê di ziyareta xwe ya rojane da bi Serokê Delweta Rûsyayê Vladimir Putîn ra hevdîtinê bike.

Di çarçoveya ziyaretê da tê payîn ku wezîr û rayedarên herdu welatan wekî heyet hevdîtinan bikin, digel têkiliyên Tirkiye û Rûsyayê, Sûriye di serî da wê li ser hin mijarên herêmî û navneteweyî bisekinin û fikra xwe ji hevdu ra bêjin.AA

Dîroka nûkirinê: 23 Çile 2019, 17:25
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE