Serokomar Recep Tayyip Erdogan dê beşdarî Civîna Zîrweyê ya 10emîn a Teşkîlata 8 Welatên Pêş Dikevin (D-8) bibe ku dê sibê bi mazûvaniya Bangladeşê online were lidarxistin.
Di daxuyaniya Serokatiya Ragihandina Serokomariyê da hat destnîşankirin, bi Civîna Zîrweyê va Serokatiya Serdemê ya D-8ê dê derbasî Bangladeşê bibe ku ji 20ê Cotmeha 2017an vir va Tirkiyeyê hildabû ser xwe.
Hat ragihandin, zîrwe dê bi sernavê "Ji bo Dinyayeke Veguher Hevkarî: Sûdwergirtina ji Hêza Ciwanî û Teknolojiyê" bi rê va biçe û her wisa serokên dewlet û hikûmetên welatên endam û her wisa Serokê Banqeya Pêşketinê ya Îslamê dê beşdariya civînê bibin.
Hat destnîşankirin ku di civînê da mijarên wekî têkoşîna dijî vîrusa koronayê û qewînkirina hevkariya di warên cuda da ya di bin sîwana teşkîlatê da dê bên gotûbêjkirin, nêrînên li ser meseleyên rojane yên herêmî û navneteweyî bên îfadekirin û her wiha nexşerêyeke vîzyona siberojê dê bê destnîşankirin.
Dîsa tê texmînkirin ku di dawiya zîrweyê da her du belgeyên Danezana Dakayê û Nexşerêya 10 Salan a D-8ê dê bên pejirandin.AA