Serok Erdogan dê sibê biçe Kuweyt û Qeterê

Li gor daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê Serokomarê Erdogan dê di çarçoveya ziyareta xwe da bi Emîrê Kuweytê Şêx Newwaf el-Ehmed el-Cabîr es-Sabahê ku şûna Şêx Sabahê Emîrê Kuweytê yê wefat kir hat ser peywirê ra hevdîtin bike û sersaxiyê bidê.

Serok Erdogan dê sibê biçe Kuweyt û Qeterê

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan dê sibê Kuweyt û Qeterê ziyaret bike.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê Serokomarê Erdogan dê di çarçoveya ziyareta xwe da bi Emîrê Kuweytê Şêx Newwaf el-Ehmed el-Cabîr es-Sabahê ku şûna Şêx Sabahê Emîrê Kuweytê yê wefat kir hat ser peywirê ra hevdîtin bike û sersaxiyê bidê.

Di hevdîtinê da herwiha dê ji hemû aliyan va li ser têkiliyên dualî bisekinin û der barê mijarên herêmî da goftûgoyê bikin.

Erdogan paşê dê derbasê Qeterê bibe û bi Emîrê Qeterê Şêx Temîm bîn Hamed Al Sanî ra bê bal hev.

Tê payîn ku Recep Tayyîp Erdogan û Al Sanî derfetên bêtir xurtkirina hevkariya niha ya di navbera herdu welatan da binirxînin, her wiha li ser mijarên herêmî û navneteweyî guftûgoyê bikin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE