Serok Recep Tayyîp Erdogan dê beşdarî Foruma Penaberan a Kurewî ya li paytextê Swîsreyê Cenevreyê û zîrveya li Kuala Lumpurê bibe.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê, Serok Erdogan ji bo ku beşdarî Foruma Penaberan a Kurewî bibe, dê 16-17ê berfanbarê biçe Cenevreyê.
Erdogan di foruma ku bi mazûvaniya Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (KBPNY) bi rê va diçe da li ser vexwendina Komîserê Bilind ê Penaberan ê NYyê Filippo Grandi, dê ligel berpirsên dewletê yên Kosta Rika, Pakistan, Etiyopya û Almanyayê hevserokatiyê bike.
Ligel nûnerên payebilind ên gelek welatan, nûnerên sektora taybet, saziyên navneteweyî û saziyên civaka sivîl û herwiha penaber dê beşdarî forumê bibin. Tirkiye dê civînan da ji bo Sûriyeyiyên ku di bin parastina berwext da ne, sepanên nimûne cardin bîne rojevê.
Erodgan herwiha dê di çarçoveya forumê da ligel serokên hin dewlet û hikûmetan jî rûnê.
- Kêşeyên alema Îslamê dê bên gotûbêjkirin
Erdogan herwiha piştî Swîsreyê dê li ser vexwendina Serokwezîrê Malezyayê Mahathir Mihemed biçe Malezyayê da ku beşdarî Zîrveya Kuala Lumpurê ku dê 18-19ê berfanbarê ji bo gotûbêjkirina kêşeyên alema Îslamê were lidarxistin, bibe.
Ji xeynî Tirkiye û Malezyayê, Qeter, Îran, Pakistan û Endonezya jî dê beşdarî zîrveyê bibin. Tê pêşbînîkirin, ji xeynî Qral û Serokwezîrê Malezyayê, Erdogan dê ligel mixatabên xwe yên ku dê beşdarî zîrveyê bibin, hevdîtinan pêk bîne.
AA