Serok Erdogan der barê nexweşxaneyên Yeşîlkoy û Sancaktepeyê da peyamek weşand

Serok Erdogan: "Li Yeşîlkoy û Sancaktepeyê çêkirina du nexweşxaneyên me yên ku tevahî 2 hezar cih û nivîn kapasîteya wan heye, bilez dewam dike."

Serok Erdogan der barê nexweşxaneyên Yeşîlkoy û Sancaktepeyê da peyamek weşand

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan der barê xebatên nexweşxaneyên Yeşîlkoy û Sancaktepeyê yên ku tevahî 2 hezar nivîn wê tê da hebin da peyamek weşand û got çêkirina wan bilez dewam dike, di demeke nêz da ewê temam bibin.

Erdogan li ser hesabê xwe yê Twîtterê der barê xebatên çêkirina nexweşxaneyên Yeşîlkoy û Sancaktepeyê da peyamek weşand.

Serok Erdogan di peyama xwe da wiha got: "Li Yeşîlkoy û Sancaktepeyê çêkirina du nexweşxaneyên me yên ku tevahî 2 hezar nivîn kapasîteya wan heye bilez dewam dike. Emê înşallah di demeke kin da projeyan temam bikin û ji Stenbolê ra du nexweşxaneyên girîng ên mayînde bihêlin."

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE