Serok Erdoğan dest bi hevdîtinan kir

Civîna g-20ê li Japonyê dest pê kir. di civînê de serokên gelek dewletan wê hevdîtinên taybet bikin. di vê çarçoveyê de Serok Recep Tayyip Erdoğan jî dest bi hevdîtinan kir. Serok Erdoğan ewilî bi Serokkomarê Fransayê Macron re rûnişt.

Serok Erdoğan dest bi hevdîtinan kir

Civîna G-20ê li Japonyê dest pê kir. di civînê de serokên gelek dewletan wê hevdîtinên taybet bikin. di vê çarçoveyê de Serok Recep Tayyip Erdoğan jî dest bi hevdîtinan kir. Serok Erdoğan ewilî bi Serokkomarê Fransayê Macron re rûnişt.

Bala hemû dinyê li ser civîna li Osakaya Japonyê ye.

Serokên 20 dewletên ku aboriya wan mezin e, hatin ba hev.

Di civîna G-20ê de hevdîtinên taybet ên serokan jî gelekî girîng in.

Di roja ewil a civînê de Serok Erdoğan bi Serokkomarê Fransayê re civînek kir.

Hevdîtina wan bi qasî 2 saetan ajot.

Wezîrê Xezîne û Darayiyê Berat Albayrak û Wezîrê Karên Derve Mevlüt Çavuşoğlu jî bi wan re bûn.

Di hevdîtinê de ligel têkiliyên dualî, meseleyên herêmî jî hatin nirxandin.

Serok Erdoğan li Osakayê hin hevdîtinên din jî kirin.

Erdoğan bi Serokê Banka Navendî ya Cihanê David Malpass re rûnişt.

Di hevdîtinê de bêhtir li ser mijarên aboriyê hat axaftin.

Serok Erdoğan, pişt re jî bi Serokwezîrê Spanyayê Pedro Sanchez re civiya.

Her du serokan rûdan û geşedanên li Behraspî nirxandin.

Du roja duyem a civînê de wê hin hevdîtinên din jî bên kirin.

Serok Erdoğan wê bi Serokê Rûsyê Pûtîn re rûne.

Di hevdîtinê de mijara S400an û geşedanên li Sûriyê wê bên guhtûgokirin.

Pişt re jî wê Erdoğan û Trump bi hev re rûnin.

Her du serok wê li ser têkiliyên dualî û geşedanên li herêmê biaxivin.

Dîroka nûkirinê: 28 Hezîran 2019, 17:49
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE