Serok Erdogan di Merasima Xelatên Belavkirina Îlm 2021ê de axivî

Serok Erdoga di Merasima Xelatên Belavkirina Îlm 2021ê de, ya ku ji aliyê Weqfa Belavkirina Îlmê ve li Qesra Dolmabexçeyê hat lidarxistin de pîrozbahî li yên xwedî xelat kir.

Serok Erdogan di Merasima Xelatên Belavkirina Îlm 2021ê de axivî

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got, "Ew eleqeya ku Xelatên Belavkirina Îlmê dibîne nîşana wê yekê ye ku civak û weqfa me di vî warî de xwediyê esasên qewîn e. Heta temenê têrê bike ezê piştevanê van xebatan bim ku hûn bi mebesta pêgihandina kesên ku nirxên neteweyî, rewiştî, dînî manewî û çandî li ser xwe qebûl dikin, diparêzin, geşeyê pê didin, û ji welat û gelê xwe hez dikin, diajon."

Serokomar Erdoga di Merasima Xelatên Belavkirina Îlm 2021ê de, ya ku ji aliyê Weqfa Belavkirina Îlmê ve li Qesra Dolmabexçeyê hat lidarxistin de pîrozbahî li yên xwedî xelat kir.

Erdogan destnîşan kir ku Civaka Belavkirina Îlmê bi cehda tijî îlma dîrokî û îrfanê sala 1951ê dest bi têkoşana xwe kiriye û anî ziman ku bi statuya weqfê jî xwediyê dîrokekê bi qasî nîv sedsalekê ye.

Serokomar Erdogan herwiha got ku dîroka civakê ya ku bi 178 şax, 189 xwendekar, 67 navendên perwerdeyê 70 salî ye û wiha pê de çû:

"Ev civaka ku take armanca wê pêgihandina mirovan e, mirov nikare xizmetên wê yek bi yek bihejmêre. Min bi xwe jî ji Civaka Belavkirina Îlmê xizmet sitendiye. Bi wê jîngeha azadî û demokrasiyê ya ku Menderesê rehmetî da ranûnandin, yekem mekteba îmam xetêbî li welatê me vebû. Ez diwazim bibîr bixînim ku yek ji damezrînerê weqfa me Turgut Ozalê rehmetî ye."

Erdogan herwiha got, ""Ew eleqeya ku Xelatên Belavkirina Îlmê dibîne nîşana wê yekê ye ku civak û weqfa me di vî warî de xwediyê esasên qewîn e. Heta temenê têrê bike ezê piştevanê van xebatan bim ku hûn bi mebesta pêgihandina kesên ku nirxên neteweyî, rewiştî, dînî manewî û çandî li ser xwe qebûl dikin, diparêzin, geşeyê pê didin, û ji welat û gelê xwe hez dikin, diajon."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE