Serok Erdogan di saleke dawîn da cara sêyem e ku wê here Azerbeycanê

Serok Erdogan di saleke dawîn da cara sêyem e ku wê here Azerbeycanê

Serok Recep Tayyîp Erdogan di saleke dawîn da cara sêyem e ku wê Azerbeycanê ziyaret bike.

Li gor agahiya ku hat hildan, Erdogan wê 26ê cotmehê roja sêşemê Azerbeycanê rojane ziyaret bik û ji aliyê Serokkomarê Azerbeycanê Îlham Aliyev va bi merasima fermî were pêşwazîkirin. 

Di ziyaretê da bi beşdariya Erdogan Balafirgeha Navneteweyî ya Fuzulî wê were vekirin. Piştî ku Azerbeycanê Qerebax ji dagirkeriyê xelas kir, ev balafirgeh li Qerebaxê çêkir. Erdogan wê di merasimê da biaxive.

Erdogan berî niha di 9ê berfanbara 2020î û 15ê hezîrana 2021ê da çûbû Azerbeycanê.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE