Serok Recep Tayyîp Erdogan digel Serokê Federasyona Rûsyayê Vladimîr Pûtîn bi telefonê axivî.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê, di peywendiya telefonê de hevkariya dijî cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19), têkiliyên dualî û pêşhatên herêmî hatin gotûbêjkirin.
Erdogan û Pûtîn mitabiq man ku hevkariya nêzîk a di navbera herdu welatan de û ya di warê meseleyên herêmî de bidomînin.
AA