Serok Erdogan doxtorê hevalcêwiyên ji Antalyayê qebûl kir

Serok Erdogan derbarê rewşa hevalcêwiyan da ji Dr. Jeelanî û malbata wî agahî hilda

Serok Erdogan doxtorê hevalcêwiyên ji Antalyayê qebûl kir

Serok Recep Tayyîp Erdogan Dr. Noor Ul Owase Jeelaniyê ku hewalcêwiyên ji Antalyayê Derman û Yîgît Evrensel li Îngiltereyê bi emeliyatê ve ji hevdu veqetandibû qebûl kir.

Hevdîtina Erdogan û Dr. Jeelanî li Kuliyeya Serokomariyê çêbû.

Emîne Erdogana jina Erdogan, Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, dê û bavê hevalcêwiyan Fatma û Omer Evrensel jî li wir amade bûn.

Serok Erdogan derbarê rewşa hevalcêwiyan da ji Dr. Jeelanî û malbata wî agahî hilda, diyarî da zarokan û bi hev ra wêne da kişandin.

- Emeliyata hevalcêwiyan

Hevalcêwiyên Fatma û Omer Evrensel li navçeya Alanyayê di 22yê Hezîrana 2018an da serê wan bi hev va bi sezaryenê hatibûn dinyayê.
Hevalcêwiyên bi hev va li Antalya û Stenbolê di çend nexweşxaneyan da tedawî dîtibûn.

Dema Emîne Erdogan di sala 2018an da nexweşxaneyeke li Antalyayê ziyaret kiribû ew dîtibûn û bi tedawiya wan va ji nêz va eleqedar bûbû.

Rayedarên Nexweşxaneya Great Ormond Streetê ya li Îngiltereyê ji ber ku emeliyatên bi heman rengî lê tên kirin bi malbatê ra têkilî danîbûn.

Ekîbeke ji 42 hekîman pêk tê, di nav da 2 doktorên Tirk jî hebûn bi serokatiya cerahê mêjî Dr. Owase Jeelaniyê Misilmanê ji Keşmîrê û Dr. David Dunaway li Londrayê 3 emeliyatên mezin kiribûn.

Hevalcêwiyên ku serê wan ê bi hev va di 28ê Çileya Paşîn da ji hev hatibûn veqetandin, demekê li nexweşxaneyê mabûn û di 10ê Heîzranê da vegeriyabûn welêt.

Tedawiya wan li Nexweşxaneya Rehabîlîtasyon û Tedawiya Fizîkî ya Bajêr ya Enqereyê dewam dike.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE