Serok Erdogan: Em ê DEAŞê li wê axê nehêlin

Serokomar Erdogan: "Ji bo ku îhtîmala Brexitê bandorê li têkiliyên me yên bazirganî û aborî yên digel Keyaniya Yekbûyî nekin, hevdîtinên me didomin."

Serok Erdogan: Em ê DEAŞê li wê axê nehêlin

Serokê Komara Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan digel Serokomara Xirwatistanê Kolînda Grabar Kîtarovîç civîneke hevpar a çapemeniyê li dar xist.

Serokomar Erdogan derbarê pêvajoya Brexitê de wiha axivî: 

"Ji bo ku îhtîmala Brexitê bandorê li têkiliyên me yên bazirganî û aborî yên digel Keyaniya Yekbûyî nekin, hevdîtinên me didomin. Bi mebesta parastina mafên welatiyên me yên di warê hiqûqa Tirkiye-Yekîtiya Ewropayê de, em digel mixatebên xwe di peywendiyê de ne."

 "Reçavkirina Peymana Daytonê şert e" 

Serokomar Erdogan balkişand ser Peymana Daytonê û wiha got, "Reçavkirina Peymana Daytonê şert e. Di pêvajoya rabirdû de derket holê ku bi vî halê xwe ji bo siberoja Bosna Hersekê nabe çareserî."

Erdogan ragihand ku di warê reçavkirina Peymana Daytonê de pêwîste NY dubare bikeve ser kar û pêdivê gaveke hêzdartir bê avêtin.

Êrîşa dijî eskerên Amerîkî ya li Minbicê

Serokomar Erdogan ragihand ku êrîşa li Minbicê dibe ku bê wateya bandora li ser vekişîna Amerîkayê ye û got, "Ji ber ku min biryardariya Trump ya derbarê vekişînê de dît, ez di wê baweriyê de me dê li hember êrîşa terorî paş de nemîne. Heke xwe paş de bihêle dê ev yek ji DEAŞê re bibe serkeftin."

"Emê DEAŞê li wê axê nehêlin"

Serokomar Erdogan got, "Emê di biserdeçûna DEAŞê de berdewam bin. Çimkî emê DEAŞê li wê axê nehêlin."AA

Dîroka nûkirinê: 17 Çile 2019, 17:46
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE