Serok Erdogan ew li hev anîn

4 malbatên ku di nav wan de dijminatî çêbûbû li hev hatin

Serok Erdogan ew li hev anîn

8 sal berê di nav 4 malbatên erxeniyî de dijminatî çêbûbû û bi salan jî dewam dikir. Malbat bi saya Serok Recep Tayyip Erdoğan, li hev hatin.

Di sala 2011an de li Erxeniyê, di nav malbatên Gûl, Qeredûman, Kaplan û Qehreman de şer derket û gule berdabûn hevûdu.

Di bûyerê de 8 kes birîndar bûbûn.

Dijminatiya di nav malbatan de bisalan dewam kir.

Gava Serok Recep Tayyip Erdoğan çûbû Meletî dijminatiya di nav malbata de bihîst û ji bo ku wana li hev bîne alîkarî jê hat xwestin.

Serok ji bo ku malbatan li hev bîne Parlamenterê Yozgatê yê AK Partiyê Bekir Bozdağ û Waliyê Amedê Hasan Basri Güzeloğlu wezîfedar kir.

Piştî ku bi malbatan re peyivîn malbat razî bûn û di bernameyekê taybet de hatin bal hev.

Serok Recep Tayyip Erdoğan bi telefonê bangî malbatan kir û got:Dînê me Îslam, dînê aştiyê ye. elhamdûlleh hûn îro li hev hatin. Li ser navê gelê xwe we ji dil û can, ez we pîroz dikim. wekî ku Xwedê di Ayeta Kerîm de dibêje; “Bi tenê mûmîn xwîşk û birayên hev in”. Ji ber vê yekê jî divê di nav xwîşk û birayan de xemgînî û hêrs nebe. Înşallah hûn ê ji vê bi şûn ve wekî xwîşk û bira çi hewce be bikin û wekî ku Xwedê jî çawa xwestiye hn ê bijîn. We dilê me jî dilê malbatên xwe jî şa kir. Ez di vê roja pîroz a Înê de ji dil û can we pîroz dikim û slav li we dikim. Xwedê alîkarê we be. Xwedê muhabbeta we zêde bike û daîm bike.

Piştî axaftinan wek kevneşopî malbat ji bin Qurana Pîroz derbas bûn û dia kirin

Dîroka nûkirinê: 21 îlon 2019, 15:19
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE