Serok Erdogan: "Ez ê îro bi Zelenskiy ra biaxivim"

Erdoganê li Bruksela paytextê Belçîkayê beşdarî Civîna Serokên Hikûmet û Dewletên NATOyê ya Derasyî bû di vegerê da di balafirê da pirsên rojnamevanan bersivand.

Serok Erdogan: "Ez ê îro bi Zelenskiy ra biaxivim"

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, "Ez ê îro bi Zelenskiy ra biaxivim. Bi Putîn ra dawiya hefteyê yan jî serê hefteyê dibe ku em biaxivin. Emê axaftin û hevdîtinên li NATOyê gotûbêj bikin."

Erdoganê li Bruksela paytextê Belçîkayê beşdarî Civîna Serokên Hikûmet û Dewletên NATOyê ya Derasyî bû di vegerê da di balafirê da pirsên rojnamevanan bersivand.

Serokomar Erdogan li ser pirsa der barê navbeynkariyê da diyar kir Tirkiye di şerê Rûsya û Ukraynayê da ji bona diplomasiyê hewl dide û wiha got, "Ez ê îro bi Vladimîr Zelenskiyê Serokê Dewleta Ukraynayê ra biaxivim. Bi Vladimîr Putînê Serokê Dewleta Rûsyayê ra dawiya hefteyê yan jî serê hefteyê dibe ku em biaxivin. Emê axaftin û hevdîtinên li NATOyê gotûbêj bikin."

Erdogan der barê ewlehiya xwarin û xurekê da wiha axivî, "Li ser ewlehiya xwarin û xurekê em hemû tevdîran hildidin. Di rojiya Remezanê da înşellah welatiyên me wê pirsgirêk û tengasiyê nekişînin."

Serokomar Erdogan ji bona pirsa der barê şirketên ji ber şerê Rûsya û Ukraynayê ji Rûsyayê derdikevin da wiha got, "Ne tenê şirketên Amerîkayê gelek şirketên dinyayê ji Rûsyayê derdikevin. Gava bên welatê me helbet deriyê me ji her kesî ra vekiriye."

Erdogan der barê daxuyaniya Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron da ku du sal berê gotibû hişê NATOyê miriye wiha got, "Eşkere bû ku hişê NATOyê hê zindî ye. Ew daxuyaniyeke xweş nebû. Macron di nava NATOyê da vê gavê yek ji serokên herî çalak e."

Serokomar Erdogan li ser pirsa îhtimala serdana Naftalî Benettê Serokwezîrê Îsraîlê da wiha axivî, "Dibe ku Serokwezîrê Îsraîlê Bennett were. Bi hatina wî ra di pêwendiyên Tirkiye û Îsraîlê da dibe ku heyameke nû dest pê bike."

 Erdogan ji bona pêwendiyên Tirkiye û Îsraîlê got di pêwendiyên me da di gavên bên avêtin da ya herî giring dibe ku mijara xaza siruştî derkeve pêş.

Serokomar Erdogan diyar kir di warê vejenê da ji hevdîtinan wê encameke baş derkeve û got ku me hevdîtinên ewil kirin û di berdewamiyê da em ê daxuyanî bidin.

Erdogan ji bona pirsa der barê zêdekirina miaşê herî kêm da got di encama hevdîtinan da gava di nava salê da nirxandin hewce bike em ê ji bona welatî û karkerên xwe texsîr nekin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE