Serok Erdogan: "Heke ji kujeran hesabê nepirsin nikarin ku birînên di wijdanan da xwîn jê tê baş bikin"

Serokomar Erdogan got ku "Mirov dikare zirara madî tezmîn bike lê heke ji kujeran û kesên didin kirin hesabê nepirsin nikarin ku birînên di wijdanan da xwîn jê tê baş bikin."

Serok Erdogan: "Heke ji kujeran hesabê nepirsin nikarin ku birînên di wijdanan da xwîn jê tê baş bikin"

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di xwarina ku Teşkîlata Bajêr a Konyayê ya AK Partiyê li dar xist da axivî.

Serokomar Erdogan got ku "Daraza me çawa ku hesabê 15ê tîrmehê dipirse ji şaxên rêxistina dabeşker jî hesabê bûyerên 6-8ê cotmehê û çalakiyên çalan dipirse. Vî welatî di rabirdûyê da heyamên ku tiştên dihatin kirin li ba wan kar dima, ji derbekaran heta kujerên dest bi xwîn ji kesekî hesab nedihat pirsîn dît. Heyamên ku şûna serdestiya hiqûqê hiqûqa sergewreyan di meriyetê da bû êdî li paş maye." 

Erdogan di berdewama axaftina xwe da got ku "Mirov dikare zirara madî tezmîn bike lê heke ji kujeran û kesên didin kirin hesabê nepirsin nikarin ku birînên di wijdanan da xwîn jê tê baş bikin."

Erdogan  got ku "Em ji bo ku senaryoyên ku ji AK Partiyê bi vekirina parçeyên biçûk qelskirina vê dozê vala derxînin sazûmana teşkîlata xwe xurttir bikin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE