Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan bi Margaritis Schinasê Alîkarê Serokê Komisyona YEyê û Ylva Johanssona Komîsera Karên Navxweyî ya YEyê ra civiya.
Hevdîtina li Kuliyeya Serokomariyê hat kirin qasî 55 deqîqeyan dewam kir, Fuat Oktayê Alîkarê Serokomar û Suleyman Soyluyê Wezîrê Karên Navxweyî jî di hevîdtinê da amade bûn.
Di heyeta Schinas da Christian Bergerê Serokê Delegasyona Tirkiyeyê ya YEyê jî cî girt.