Serok Erdogan hin rûspî qebûl kirin

Serok Recep Tayyip Erdogan ji herêma Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê hin rûspî qebûl kirin

Serok Erdogan hin rûspî qebûl kirin

Serok Recep Tayyîp Erdogan ji herêma Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê hin rûspî qebûl kirin

 Qebûla Serok Erdogan li Kulliyeya Serokomariyê ji çapemeniyê re girtî hat kirin û 2 saet û 20 deqîqe dewam kir.

"Heke em çok vedin yên ku hewl didin ji bo hemû mirovan bi hevdu bidin kuştin her roj lîstikên nû dikin, wê cejnê bikin."

"Armanca kesên wan partiyên ku li Tirkiyeyê di rewşeke normal da tu carê nayên bal hevdu tînin li cem hev ne tenê serokatiya şaredariya 3-5 şaredariyan e, divê ji vê zêdetir be."

"Heke em rastî astengiyan werin ji Ewropayê heta Amerîkayê dijminên Îslamê yên ku xurt dibin li hemû Rojavayê wê neyên kontrolkrin"

 "Heyamên hilbijartinê ew heyam in ku êrîşên li hemberî yekîtî û hevrabûna gel û welatê me zêdetir dibin. Beriya 31ê Adarê jî dîsa em dibînin ku ev lîstik tên lîstin. Dema em rewşa îttifaqan dinêrin em bi eşkere dikarin vê tesbît bikin."

"Me lîstikên ku li Misrê û hemû Afrîkaya Bakur hatin lîstin, dîtin û li dijî sekinîn. Me li Iraqê lîstika ku hat lîstin dît û me giraniya xwe da ser, têk bir. Me li Sûriyeyê lîstika ku lîstin dît û em ketin sehayê û me rewş guherand."

 "Em li Behra Spî, Behra Reş, Balqanan li hember lîstikên tên lîstin sekneke baş nîşan didin. Ew karên ku em xirab dikin dema yek bi yek têk diçin dijminatiya li hemberî me jî mezin dibe. Dixwazin berdêla wê bi me bidin dayîn."

Di qebûlê da Wezîre Karên Navxweyî Suleyman Soylu, Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk û Abdulkadîr Aksuyê Wezîrê Karên Navxweyî yê berê jî amade bûn.

Di qebûlê da Wezîre Karên Navxweyî Suleyman Soylu, Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk û Abdulkadîr Aksuyê Wezîrê  Karên Navxweyî yê berê jî amade bûn. 

Dîroka nûkirinê: 27 Çile 2019, 17:13
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE