Serok Erdogan ji bo 8 zanîngehan rektor tayîn kir

Tayînkirin li gor benda 13em a Qanûna Hîndekariya Bilind a hejmara wê 2547 e û li gor bendên 2yem, 3yem û 7em a Biryarnameya Serokomariyê ya hejmara wê 3 ye hatin kirin.

Serok Erdogan ji bo 8 zanîngehan rektor tayîn kir

Biryara tayînkirina rektorên 8 zanîngehan ya Serokê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di Rojnameya Fermî da hat weşandin...

Li gor biryaran ji bo Rektoriya Zanîngeha Balikesirê Prof. Dr. Îlter Kuş, ji bo Rektoriya Zanîngeha Îstiqlalê ya Kahramanmaraşê Prof. Dr. Samî Ozgul, ji bo Rektoriya Zanîngeha Heranê Prof. Dr. Mehmet Sabrî Çelîk, ji bo Rektoriya Zanîngeha Zanist û Teknolojiyê ya Sêwasê Prof. Dr. Mehmet Kul, ji bo Rektoriya Zanîngeha Tekirdag Namik Kemalê Prof. Dr. Mumîn Şahîn, ji bo Rektoriya Zanîngeha Weqfê ya Fatîh Sultan Mehmetê Prof. Dr. Muhammed Fatîh Andi, ji bo Rektoriya Zanîngeha Nuh Nacî Yazganê Prof. Dr. Kerîm Guney û ji bo Rektoriya Zanîngeha Çankayayê Prof. Dr. Can Çogun hatin tayînkirin.

Tayînkirin li gor benda 13em a Qanûna Hîndekariya Bilind a hejmara wê 2547 e û li gor bendên 2yem, 3yem û 7em a Biryarnameya Serokomariyê ya hejmara wê 3 ye hatin kirin.AA

Dîroka nûkirinê: 27 Kanûn 2018, 17:01
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE