Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji bo Serokê berê yê Kulûba Galatasarayê Mustafa Cengizê ku di 71 saliya xwe de wefat kir peyama sersaxiyê weşand.
Erdogan di peyama xwe ya li ser hesabê xwe yê Twitterê de wiha got, "Min bi xemgînî bihîst ku Serokê berê yê Kulûba Sporê ya Galatasarayê, karsaz Cenabê Mustafa Cengiz wefat kiriye. Rehma Xwedê li Mustafa Cengiz be. Serê malbata wî, hezkiriyên wî civaka Galatasaray û hemî werzişhezan sax be."AA