Serok Erdogan ji bo sala 10em a krîza Sûriyeyê gotarek nivîsî

 "Miletê Tirk di wê baweriyê da ye ku ji bo temsîlkirina hemû Sûriyeyiyan pergaleke siyasî were avakirin, ji bo ku aştî û îstiqrar cardin were tesîskirin, ev yek şert e."

Serok Erdogan ji bo sala 10em a krîza Sûriyeyê gotarek nivîsî

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji bo sala 10em a krîza Sûriyeyê seba Bloombergê gotarek nivîsî.

Erdogan derbarê şerê navxweyî yê Sûriyeyê wiha axivivî: "Li gor baweriya min li herêmê ji nû va tesîskirina aştî û îstiqrarê girêdayî wê yekê ye ku Rojava bi awayekî semîmî piştigiriyê bide Türkiyeyê. Miletê Tirk di wê baweriyê da ye ku ji bo temsîlkirina hemû Sûriyeyiyan pergaleke siyasî were avakirin, ji bo ku aştî û îstiqrar cardin were tesîskirin, ev yek şert e. Rojava divê ewil li dijî YPGya ku êrîşî herêmên ewle dike û ji rejima destbixwîn ra dibe paldank tevgerek eşkere nîşan bide. Vê gavê demokrasî, azadî û mafên mirovan cardin bûye mode. Di dewreke wiha da kirinên li Sûriyeyê yên mirovahiyê wê bibe pîvana semîmîbûna me".

 Erdogan li ser pozîsyona Türkiyeyê ya derbarê Sûriyeyê da sekinî û wiha got: "Ez bi serbilindî dibêjim ku pozîsyona Türkiyeyê ji destpêka şerê navxweyî yê Sûriyeyê vir va qet neguheriye."

Erdogan li ser çareseriyê jî sekinî û wiha git, "Em hemû wan planên ku daxwazên birûmet ên însanî yên herî bingehîn ên gelê Sûriyeyê qebûl nakin, red dikin. Lewra ev cure tişt wê ancax qeyranê xurrtir bikin. Em dibêjin ku heke rêz li yekparetiya axa Sûriyeyê û yekîtiya wê ya siyasî neyê girtin, çareseriya aştiyane û mayînde wê mumkun nebe. Herêmên ewledar ên ku Türkiyeyê bi unsûrên herêmî va çêkirine, delîla pabendîbûna me ya paşeroja ciranê me ye."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE