Ji ber tevdîrên dijî vîrusa koronayê ya nû (Kovid-19) bi kordînasyona Wezareta Teknolojî û Pîşesaziyê ji welatiyên ji 65 salî mezintir in ra bêpere pakêtên ku kîtên paqijiyê tê da ne tên şandin û di nav da nameya Erdogan ya ji bona welatiyan jî cî digire.
Erdogan di nameyê da destnîşan kir bi saya guherînên di warên xizmetê yên sereke da ku 18 salên dawîn pêk hatin dijî şewba vîrusa koronayê Tirkiye yek ji wan dewletên amade ye û wiha got: "Tevî 165 hezar doktorî, 205 hezar jê hemşîre bi 490 hezar personelên tenduristiyê û 360 hezar personelên alîkar artêşeke me ya tenduristiyê ya qerase heye."
Serokomar Erdogan di nameyê da destnîşan kir ku bira dilê we rehet be, tu vîrus û şewb ji Tirkiyeyê xurttir nîne.
Erdogan di nameyê da diyar kir dijî vîrusa koronayê ku bûye şewbeke kurewî welatê wan di nav têkoşîneke neteweyî da ye û wiha got: "Em wek dewlet hemû tevdîran dibînin, li dijî vê şewba tenduristiya gelê me tehdîd dike em derfetên xwe seferber dikin."
AA