Serok Erdogan ji bo WSJyê maqaleyek nivîsand

Serok Recep Tayyîp Erdogan: "Civaka navneteweyî divê li hember êrîşên Îdlibê bêdeng nemîne. Berdêla bêdengmayînê wê mezin be"

Serok Erdogan ji bo WSJyê maqaleyek nivîsand

Serok Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji bo rojnameya Amerîkayê Wall Street Journalê (WSJ) maqaleyek nivîsî.

Erdogan di maqaleyê da behsa geşedanên dawîn ên li Îdliba bajarê Sûriyeyê û rewşa Tirkiyeyê ya li hember vê kir.

- "Berdêla bêdengmayînê wê mezin be"

Di maqaleya ku serenava wê "Divê Dinya Esed Bide Sekinandin" da Erdogan got di nav 7 salên dawîn da rejima Beşşar Esed li Sûriyeyê gelek tiştên xirab kir, civaka navneteweyî divê li hember vê bêdeng nemîne û wiha dewam kir: "Êrîşa li hember Îdlibê di rojevê da ye, divê haya civaka navneteweyî ji vê berpirsyariyê hebe. Berdêla bêdengmayînê wê mezin be. Em nikarin gelê Sûriyeyê terka merhemeta Beşşar Esed bikin. Êrîşa rejimê ya li hember Îdlibê li dijî terorê têkoşîneke rastîn û bi tesîr nîne, armanca wê muxalefetê ji holê rakirin e."

Serok Erdogan got heke Ewropa û Amerîka niha ji bo Îdlibê tiştekî nekin ne bi tenê Sûriyeyiyên mesûm, hemû dinya wê berdêla vê bide û wiha pê da çû: "Tirkiye ji bo ku komkujiya li ber serê xwe bide sekinandin, çi ji destê wê hatibe bi hemû hêza xwe kiriye. Ji bo ku em bizanibin em bi ser ketine, dinya jî divê berjewendiyên xwe yên şexsî li aliyekî bihêle û ji bo çareseriya siyasî zorê bide van."

- "Komkujiya li ber serê me divê bê rawestandin"

Erdogan anî ziman Tirkiyeyê mazuwaniya 3,5 milyon gelê Sûriyeyê kiriye, bûye hedefa DEAŞ û PKKyê, di civînên Astana û Cenevreyê da jî bûye navbeynker.

Di mijara Îdlibê da Erdogan bangî Amerîka, Moskova û Tehranê kir û anî ziman Amerîka bi tenê li ser êrîşên kîmyayî kur dibe, lê divê guh bide mirin û kuştinên din jî û wiha got: "Berpirsyariya rawestandina komkujiya li ber serê me bi tenê nakeve li ser milê Rojavayê. Şirîkên me Rûsya û Îran ên di pêvajoya Astanayê da ne jî berpirsyar in ku vê felaketa mirovî bidin sekinandin. Rejima Beşşar Esed dixwaze êrîşên xwe di di qada têkoşîna dijî terorê da meşrû nîşan bide. Di vê mijarê da xeletiyê nekin. Tu welatek jî di têkoşîna dijî terorê da qasî Tirkiyeyê ne xwedî teqdîrê ye. Çareseriya rejima Beşşar Esed şaş e. Mirovên bêguneh divê li ser navê têkoşîna dijî terorê neyên qurbankirin. Ev ji bo terorîzmê û radîkalan bi tenê dibe derfetek. Derketina DEAŞê ne ji ber sedem ji ber encama bûyerên li Sûriyeyê bû."

Ji bo rêxistinên terorê yên li Îdlibê jî Erdogan got têkoşîneke dijî terorê ya navneteweyî hewce dike.

AA

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE