Serok Erdogan ji bona Eyda Qurbanê peyam weşand

Erdogan ji bona Eyda Qurbanê peyam weşand û di peyama xwe da eyda welatiyan pîroz û bimbarek û kir û got ku hêvî dikim ev eyd ji bona gelê Tirk, hemû alema Îslamê û mirovahiyê bibe wesîleya xêrê.

Serok Erdogan ji bona Eyda Qurbanê peyam weşand

Serok Recep Tayyîp Erdogan ji bo cejna qurbanê peyamek weşand. Serok Erdogan diyar kir ku di dîroka tirkan de meha tebaxê meha serfiraziyan e. Erdogan behsa têkoşîna li dijî terorê kir û got: înşellah di vê tebaxê de jî em ê serfiraziyeke din bi dest bixin.

Serfiraziya Malazgirê, Sefera Mercîdabiqê, 30yê Tebaxê û Hereketa aştiyê ya Kibrisê bi bîr xistin.

Da zanîn ku meha Tebaxê di dîroka Tirkan de meha serfiraziyan e.

Û behsa têkoşîma li dijî terorê kir.

Serok Erdoğan : dixwestin li ber sînorên me korîdoreke terorê ava bikin. Me derbeya ewil bi operasyona mertala firatê di 1ê tebaxê de li wan da. Înşallah di vê tebaxê de jî em ê serfiraziyeke din bi dest bixin.

Serok Recep Tayyîp Erdogan ji bo cejna Qurbanê peyamek weşand û cejna hemû alema Îslamê pîroz kir. Erdogan diyar kir kesên ku naxwazin Tirkiye pêş bikeve dê têk biçin.

Serok Erdoğan:bi êrîşên terorî, lîstikên li ser aboriyê û bi rê û rêbazên cuda xwestin rê li ber welatê me bigirin. ev kes di pêşerojê de têk biçin.

Erdogan ji bo cejnê ajokar jî hişyar kirin û behsa kampanyaya kembera ewlehiyê ya Wezareta Karên Navxweyî kir.

Serok Erdoğan:ez ji hemû welatiyên xwe yên ku rê diçin dixwazim, bila kembera ewlehiyê girê bidin. bila li gor rêzikên trafîkê biçin. ji bo ku em xwe xemgîn nebin, ji bo ku şahiya cejnê nebe êş û elem, baldar bin

Dîroka nûkirinê: 10 Tebax 2019, 14:53
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE