Serok Erdogan ji malbatên şehîdan ra peyama sersaxiyê şand

Serok Erdogan ji malbatên şehîdan ra peyama sersaxiyê şand

Li gor agahiya ku hat hildan, Serok Erdogan ji malbatên Tegmenê Peyade Bekir Can Kerek, Çawîşê Pispor ê Peyade Furkan Gok û Çawîşê Pispor ê Peyade Kubilay Çon ku li bakurê Iraqê di Operasyona Pencik-Kilîtê da şehîd bûn ra peyama sersaxiyê şand. Esker di operasyonê da bi mensûbên rêxistina terorê ya cihêxwaz ra ketin pevçûnê û şehîd bûn.

Her wiha Erdogan ji malbata Polês Aytaç Altunors ku li bakurê Sûriyeyê di êrîşa roketan a mensûbên rêxistina terorê ya cihêxwaz da şehîd bû ra jî peyama sersaxiyê şand.


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE