Serok Erdogan ji ser têlefonê bi Serokomarê Almanyayê Steinmeier ra axivî

Di hevdîtina Erdogan û Steinmeier da li ser têkîliyên navbera Tirkiye û Almanyayê di serî da Efxanistan, koç û mijarên herêmî hat sekinîn.

Serok Erdogan ji ser têlefonê bi Serokomarê Almanyayê Steinmeier ra axivî

 Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji ser têlefonê bi Serokomarê Almanyayê Frank-Walter Steinmeier ra axivî.

Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê daxuyanî weşand û ragihand ku di hevdîtinê da li ser têkîliyên navbera Tirkiye û Almanyayê di serî da Efxanistan, koç û mijarên herêmî hat sekinîn.

Serokomar Erdogan ji Serokomarê Almanyayê Frank-Walter Steinmeierê ku hefteya borî di panelekê da awayek erênî qala civaka Tirk a li Almanyayê û Tirkiyeyê kiribû ra spas kir.

Di axaftinê da Serokomar bi bîr xist ku Tirkiye û Almanya mutefîkên NATOyê ne û di dema tehliyekirinên ji Efxanistanê da jî bi piştgirî û kordînasyoneke baş va karê xwe birin serî.

Serokomar xwest ku bila Neteweyên Yekbûyî û saziyên alîkariyê amûrên mirovahiyê bigihijînin Efxanistanê û ji bo ku qeyraneke koçê ya wek di sala 2015an da li Sûriyeyê rû da careke din çênebe divê Almanya û Yekîtiya Ewropayê alîkariya welatên cîran ên barê koça Efxanistanê li ser pişta wan e bikin.

Erdogan ragihand ku welatên Ewropayê bi tenê wek ewlehiya sînor li mijara koçê mêze dikin lê taqeta Tirkiyeyê tuneye ku ji heqê koçeke din bê der.

Serokomar Erdogan di hevdîtinê da destnîşan kir ku ew dixwazin bila Yekîtiya Ewropayê di mijara serbestbûna vîzeyê ya ji bo welatiyên Tirkiyeyê û rojanekirina Yekîtiya Gumrukê da gavên hewce dike, biavêje.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE