Serok Erdogan ji Serokê Amerîkayê Trump ra name şand

Erdogan di nameya xwe da diyar kir hêvî dike ev alîkariya hanê di têkoşîna Amerîkayê ya dijî Kovîd-19ê da bibe destek û feydeyê bide siheta welatiyên wan yên ku nexweş ketine û wiha got: "Bê şik gelê Amerikayê wê li ber xwe bide û vê qeyrana ku me hemûyan ji kûr va diceribîne wê li dû xwe bihêle."

Serok Erdogan ji Serokê Amerîkayê Trump ra name şand

 Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji Serokê Amerîkayê Donald Trump ra tevî alîkariya tibî ku Tirkiyeyê ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) bir Amerîkayê nameyek şand.

Erdogan di nameya xwe da diyar kir hêvî dike ev alîkariya hanê di têkoşîna Amerîkayê ya dijî Kovîd-19ê da bibe destek û feydeyê bide siheta welatiyên wan yên ku nexweş ketine û wiha got: "Bê şik gelê Amerikayê wê li ber xwe bide û vê qeyrana ku me hemûyan ji kûr va diceribîne wê li dû xwe bihêle."

Serokomar Erdogan di nameya ji Trump ra şand da got ku divê hûn bawer bikin ku dewleta min wekî hevkarekî xurt û pêbawer yê Amerîkayê wê her dem her cure alîkariya xwe bidomîne.

Erdogan destnîşan kir geşedanên dawîn yên li herêma wan daye nîşan ku tifaq û tevkariya Tirkiye-Amerîkayê çi qas girîng e û divê ev bi awayekî xurt dewam bike û wiha got: "Ez bawer im em ê bi hewildana hevpar Kovîd-19ê têk bibin û herwiha em ê bi dersên ku me ji têkoşîna bi vê krîzê va hildan û derfetên nû yên ku me çêkirin va em ê di warê tenduristiya qamûyê da bi gavên bihêztir ber bi siberojê bimeşin."

Serokomar Erdogan di nameya bo Trump da got ku di vê pêvajoyê da him ji bo pêdiviyên esasî yên ji bo têkoşîna dijî şewbê hewce dikin bên bidestxistin û him jî di pêvajoya normalbûnê da wek şirîkekî ewle û bihêz welatê me wê hemû hevkariyê bike, hûn dikarin ji vê bawer bikin.

Erdogan bi berdewamiya nameya ji bo Trump da wiha got: "Ez hêvî dikim ku di heyama li pêşiya me da Kongre û çapemeniya Amerîkayê jî bi tesîra vê piştevaniya ku me di dema şewbê da nîşan da dê girîngiya stratejîk a têkiliyên me bêtir fehm bike û bi nêrîna dijî pirsgirêkên me yên hevpar têkoşîna hevpar hewce dike tevbigerin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE