Serok Erdogan li Cezayirê çelenk danî ber Abîdeya Şehîdan

Serok Erdogan di çarçoveya ziyareta xwe ya Cezayirê da Abîdeya Şehîdan ziyaret kir û çelenk danî ber.

Serok Erdogan li Cezayirê çelenk danî ber Abîdeya Şehîdan

Serok Recep Tayyîp Erdogan di çarçoveya ziyareta xwe ya Cezayirê da Abîdeya Şehîdan ziyaret kir û çelenk danî ber.

Serok Erdogan piştî merasima pêşwaziyê ya fermî, bi Serokkomarê Cezayirê Ebdulmecîd Tebbûn ra derbasî Abîdeya Şehîdan bû.

Erdogan çelenk danî ber abîdeyê û piştî ku xwendina Sirûda Neteweyî ya Cezayirê ji bo şehîdan dia kir.

Serok Erdogan digel  SeroKkomarê Cezaîrê Ebdulmecîd Tebbûn civîneke hevbeş a çapemeniyê li dar xist.

Erdogan: "Emê têkoşîna xwe ya ji bo sekinandina herîkîna xwînê li Libyayê bidomînin."

Serok Erdogan: "Veberhênana me ya li Cezaîrê ne kêmî 3,5 milyar dolar e. Ev tê wê wateyê ku veberhênerên me li Cezaîrê ewle ne."

Serok Erdogan: "Nêzîkbûneke weke xelatkirina aliyê êrîşkar û cezadana kesên alîgirê lihevkirin û aşitiyê, dê bibe feleketa Libyayê."

Erdogan: "Pêdivê destûr neyê dayîn ji bo ku Libya bibe qada lîstikê ya rêxistinên terorê û baronên şer."

Erdogan: "Emê weke Tirkiyeyê bi hemî derfetên xwe berdewam piştevanê xwîşk û birayên xwe yên Lİbyayî bin."

Serokomar Erdogan ragihand ku digel Serokomarê Cezaîrê Ebdulmecîd Tebbûn li ser mijara avêtina gavên hevbeş û hevkariyê ji bo Libyayê, sekinîne."

Di ziyaretê da Emîne Erdogana jina Erdogan, Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar, Wezîrê Sanayî û Teknolojiyê Mustafa Varank, Wezîra Bazirganiyê Ruhsar Pekcan, Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Siruştî Fatîh Donmez, Nûnerê Taybet ê Lîbyayê yê Tirkiyeyê û Parlamenterê Enqereyê yê AK Partiyê Emrullah Îşler, Serokê MÎTê Hakan Fîdan, Serokê Ragihandinê Fahrettîn Altun, Berdevkê Serokkomariyê Îbrahîm Kalin jî hevaltiya Erdogan kirin.

AA

Dîroka nûkirinê: 26 Çile 2020, 17:52
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE