Serok Erdogan li Kartalê ciyê avahiya ku hilweşiya ziyaret kir

"Piştî xebatên tên kirin em ê gavên ku hewce dikin biavêjin"

Serok Erdogan li Kartalê ciyê avahiya ku hilweşiya ziyaret kir

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li Kartalê ciyê avahiya ku hilweşiya û lê xebat tên meşandin ziyaret kir.

Erdogan li Kartalê li ciyê avahiya ku hilweşiya û lê xebat tên meşandin geriya û lêkolîn kir.

Serokomar Erdogan piştî lêkolîna li avahiya ku li Kartalê hilweşiya daxuyanî da rojnamevanan û destnîşan kir hin dersên ku divê em jê derxin hene.

Erdogan diyar kir piştî xebatên tên kirin wê bi biryardarî gavên ku hewce dikin biavêjin û wiha got: "Gelek tiştên em jê hîn bibin hene. Li gor vê niha him serdozgerê me, him dozger, him heyeta pisporan, hemû hevalên min ên wezîr, AFAD... Hemû xebatên xwe didomînin. Piştî wê em ê jî rûnên û li ser mijarê nirxandinên xwe bikin û ji bo gavên hewce bên avêtin jî bi biryardarî em ê bixebitin."

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji bo birîndarên ku ji bin xirabeyê li Kartalê hatibûn derxistin ziyaret bike peyra çû Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Doktor Lutfî Kirdar ya Kartalê.

Dîroka nûkirinê: 12 Çile 2019, 09:04
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE