Serok Erdogan li konsera Piyanist û Bestekar Fazil Say bû

Serok Erdogan Promiyera Enqereyê ya Fazil Say a "Sonata Truvayê" ya ku li ATO Congresîumê hat lidarxistin bû.

Serok Erdogan li konsera Piyanist û Bestekar Fazil Say bû

Serokê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan beşdarî promiyera Enqereyê ya berhema bi navî "Sonata Truvayê" ya piyanist û bestekarê navdar Fazil Say bû. 

Serok Erdogan Promiyera Enqereyê ya Fazil Say a "Sonata Truvayê" ya ku li ATO Congresîumê hat lidarxistin bû.

Dîmenên konsera ku ji çapemeniyê re girtî hat dayîn hatin parvekirin.

Fazil Say di destpêka konsera xwe de silav da Serok Erdogan û xanima wî Emîne Erdogan û protokola ku beşdarî konserê bû û got ku "Hûn bi xêr hatin konsera min."

Fazil Say ji berhemên Sonata Truvayê û Îzmir Suîtî hin beş lê xistin û dawiya konserê de Serok Erdogan bi protokolê re li ser piyan ji bo Fazil Say çepik lê xistin.

Erdogan pişt re hat ser sehneyê  axivî û got ku "Fazilê Hêja bi rastî jî vê promiyerê bi awayekî gelekî cuda teqdîmê me kirin. Tabiî niha Çanakkale, Îzmir eywallah lê niha jî Enqere, Stenbolek lazim e. Em ya Enqereyê li Operaya li Kulliyeyê bikin, ya din jî li Stenbolê li navenda Harbiyeyê bikin. Ew jî bi pêşkêşiyeke xweş em dikarin Stenbolî û Enqereyiyan car din bînin bal hev."

Erdogan plaka Aşik Veysel a "Benîm sadik yarîm kara topraktir" diyariyê Fazil Say kir û spasiya wî kir.

Erdogan pişt re bi xanima xwe Emîne Erdogan, Arîkarê Serok Fuat Oktay û Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu re derbasî kulîsê bû û Fazil Say vir car din ji ber beşdariya wî spasiya Erdogan kir.

Say albumên xwe yên îmzekirî diyariyê Erdogan kir û got ku "Dîsa şev baş, çi baş bû ku hûn hatin."

Erdogan jî ji Fazil Say pirsî ku ka dê kengî vegere Stenbol, Fazil Say jî got ku dê siê vegere.

Emîne Erdogana xanima Serok Erdogan, Arîkarê Serok Fuat Oktay, Wezîrê Çand û Turîzmê Mehmet Nurî Ersoy, Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar, Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Ziya Selçuk, Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu, Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin, Sererkan Orgeneral Yaşar Guler, Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk û Senatorê Amerîkayî Lîndsey Grahamê ku ji bo têkiliyên cur bi cur hat Enqereyê jî beşdarî konserê bûn.AA

Dîroka nûkirinê: 19 Çile 2019, 09:57
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE