Serok Erdogan li Mizgefta Ayasofyayê lêkolîn kir

Serok Erdogan li Mizgefta Ayasofyayê ya ku di 24ê Tîrmehê da ji bo nimêja înê wê bê vekirin lêkolîn kir.

Serok Erdogan li Mizgefta Ayasofyayê lêkolîn kir

Serok Recep Tayyîp Erdogan li Mizgefta Ayasofyayê ya ku di 24ê Tîrmehê da ji bo nimêja înê wê bê vekirin lêkolîn kir.

Serok Erdogan ji bo ku here Mizgefta Ayasofyayê ji mala xwe ya Kisikliyê derket.

Erdogan li Mizgefta Ayasofyayê qasî nîv saetî ma, ji Wezîrê Çand û Turîzmê Mehmet Nurî Ersoy û Waliyê Îstanbulê Alî Yerlîkaya der barê xebatên merasima vekirinê da agahî hilda.

Serokê Ragihandinê Fahrettin Altun, Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu û Serokê Karên Diyanetê Prof. Dr. Alî Erbaş jî bi Erdogan ra hatin mizgeftê.

Erdogan piştî serlêdana wî qediya dema ji Mizgefta Ayasofyayê derket silav da welatiyan.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE