Serok Erdogan li Mîrektiyên Ereb ên Yekbûyî ye

Serokomar Erdogan li Balafirgeha Navneteweyî ji aliyê Wezîrê Federal ê Ebû Debiyê Tanî bîn Ehmed El Zeyouîdî, Balyozê Tirkiyeyê yê li Ebû Dabiyê Tugay Tunçer û Serkonsolosê Tirkiyeyê yê li Dubaiyê Mustafa Îlker Kiliç ve hat pêşwazîkirin.

Serok Erdogan li Mîrektiyên Ereb ên Yekbûyî ye

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li ser vexwendina Mîrzayê Welîehd ê Ebû Debiyê Şêx Mihemed bin Zeyd Al Nehyan bi balafira "TC-TRK"yê di saet 15.40î da gihişt Ebû Debiyê.

Serokomar Erdogan li Balafirgeha Navneteweyî ji aliyê Wezîrê Federal ê Ebû Debiyê Tanî bîn Ehmed El Zeyouîdî, Balyozê Tirkiyeyê yê li Ebû Dabiyê Tugay Tunçer û Serkonsolosê Tirkiyeyê yê li Dubaiyê Mustafa Îlker Kiliç ve hat pêşwazîkirin.

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Navxweyî Suleyman Soylu, Wezîrê Darayiyê Nureddîn Nebatî, Wezîrê Bazirganiyê Mehmet Muş, Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê Mustafa Varank, Wezîrê Veguhastin û Binesaziyê Adil Karaîsmaîloglu, Wezîrê Çand û Geştiyariyê Mehmet Nurî Ersoy, Wezîrê Çandinî û Daristanan Bekir Pakdemirlî, Alîkarê Serokê AK Partiyê û Berdevkê Partiyê Omer Çelik, Serokê Ragihandinê Fahrettîn Altun, Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin jî bi Erdogan ra gihiştin Ebû Debiyê.

Ji ber vê ziyaretê li ser rêya Qesra El Wetanê û hin kolanan alayên Tirkiyeyê û yên Mîrektiyên Ereb ên Yekbûyî hatin daliqandin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE