Serok Erdogan li Rîzeyê ye

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, Rîze Ramada Otêl vekir

Serok Erdogan li Rîzeyê ye

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, Rîze Ramada Otêl a li navenda bajêr vekir.

Erdogan di vekirina otêlê da axaftineke kurt kir û wiha got, "Ez ji Xwedê temenî dikim ku Rîze Ramada Otêl a me ji xwedanên xwe ra ji Rîzeya me ra û ji hemû miletê me ra bi xêr bibe. Ez hêvî dikim ku bibe wesîleya qazanceke bi xêr."

Erdogan piştî ku dia hat kirin, qurdêleya vebûna otêlê birî."

Erdogan ji nêz va bi zarokên ku li ber otêlê gazî kirinê û jê ra gotin "Kalikê Tayyîp", eleqedar bû.

Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu, Wezîrê Çand û Tûrîzmê Mehmet Ersoy, Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê Murat Kurum, Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê Mustafa Varank, Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Hayatî Yazici, Parlamenterê Rîzeyê yê AK Partiyê Osman Aşkin Bak jî beşdarî merasîma vekirinê bûn.

Serok Erdogan piştî hevdîtinên li bajêr dê derbasî Trabzonê bibe ku beşdarî Civîna Meclisa Şêwrê ya Parêzgehê ya Seroktiya AK Partiyê ya Parêzgeha Trabzonê bibe.

 


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE