Serok Recep Tayyip Erdogan li ser kanalên Telegram û BiPê mesaiya xwe ya îro parve kir.
Erdogan di peyama xwe da got, "Rojbaş xuşk û birayên min ên bi qîmet" û wiha pê da çû:
"Em mesaiya xwe ya kongreyên parêzgehan ên AK Partiyê didomînin. Em ê saet 11.30î kongreyên me yên bajêr ên Denizli, Mersîn û Uşakê bikin. Dû ra em ê biçin Elazığê. Dora saet 14.00an em ê birayên me yên ku di erdheja Elazığê ya 24ê Rêbendanê da canê xwe ji dest dan bi bîr bînin û merasima radestkirina mifteyên xaniyên ku me ji bo wan çêkir, li dar bixin. 5 hezar û 500 xanî dê sibê bo xwediyên xwe bên teslîmkirin. Em ê paşê li Çaydaçirayê 'Navenda Zarok û Ciwaniyê ya Îpek Yoluyê' vekin. Xwedê ji me hemûyan ra hefteyeke bibereket, tendurist û aram nesîb bike. Bimînin di xêr û xweşiyê da."
AA