Serok Erdogan li Wanê bi ciwanan re civiya

Serok Erdogan li Wanê bi ciwanan re civiya

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji bo Serokê Giştiyê CHPê Kemal Kiliçdaroglu got, "Bay Kemal di mijdarê de hilbijartin tune ye, hilbijartin di hezîrana salê bê de ye, xwe ji bo wê amade bike. Tu namzêd î wê rabigihîne yan jî namzêdê xwe rabigihîne."

Serokomar Erdogan di serdana xwe de ya ku duh li Wanê encam da bi ciwanan re civiya.

Serokomar Erdogan ji bo hevdîtina bi ciwanan re spasiya kesên navbênkar kir herwiha spasiya hemî Waniyên ku bi awayekî coş û xiroş pêşwazî lêkirin kir. 

Erdogan ji bo Serokê Giştiyê CHPê Kemal Kiliçdaroglu got, "Di mijdarê de hilbijartin tune ye, hilbijartin di hezîrana salê bê de ye, xwe ji bo wê amade bike. Tu namzêd î yan jî namzêdê xwe bêje."

Serokomar Erdogan derbarê koorîdora Zad de wiha got, "Heftiya bê emê him digel cenabê Pûtîn him jî digel Zelenskî biaxvin, emê li ser gavên ku emê biavêjin gotûbêjê bikin."

Erdogan digel zarokên ku vîdeoya wan bi şêweyê "Min bêriya kalê xwe Tayyîp kir" belav bûbû jî civiya û guhdariya berhemên ku koroya Liseya Hunerên Bedew a Wanê sitrandin, kir.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE