Serok Erdogan li Îzmirê bangî gel kir

Erdogan ji şaneşîna Serokatiya Îzmirê ya AK Partiyê xitabî xelkê kir: "Ez serokomariya xwe datînim meydanê, ka tu dikarî serokatiya xwe ya giştî deynî meydanê?"

Serok Erdogan li Îzmirê bangî gel kir

Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan der heqê îdiaya ku li Beştepeyê bi yekî CHPyî ra axiviye da got, "Heger tu mêr î ez serokomariya xwe datînim meydanê, ka tu dikarî serokatiya xwe ya giştî deynî meydanê?"

Erdogan ji şaneşîna Serokatiya Îzmirê ya AK Partiyê xitabî xelkê kir.

Serokomar Erdogan di axaftina xwe da destnîşan kir di hişmendiya wan da xeyda ji hilbêjêran û sûcdarkirina welatiyan tuneye û got ku kesên siyaseta xwe li ser şer û menfeetê kirin nekarîn hezkirin û dildariya zexim ya di navbera me da fehm bikin.

Erdogan diyar kir li gorî wan (CHP) divê jin xizmetkar bin, li gorî wan divê jin di baxçeyan da bixebitin û firingî û îsotan kom bikin û timî wiha bin û got lê dema li hemberî xwe hiqûqnasek dibînin har dibin.

Serokomar Erdogan di xeberdana xwe da der barê Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu da wiha peyivî: "Rojekê jî bibêje 'Ev PKK rêxistina terorê ye.' Negot û nikare bibêje. Bi heman awayî berê der heqê Tunceliyê da jî nekarî û nikare. Lewra tirsonek û bizdanok e û derewkar e."

Erdogan di berdewamiyê da ji bona îdiaya ku li Beştepeyê bi yekî CHPyî ra axiviye got ku heger tu mêr î ez serokomariya xwe datînim meydanê, ka tu dikarî serokatiya xwe ya giştî deynî meydanê?

Serokomar Erdogan destnîşan kir li hember provokasyonên ku bi awayekî devkî û fiilî ji ber cil û bergên wan dijî jinan tên kirin qebûl nakin û wiha got: "Em tehemmûl nakin ku di navbera gelê me da tovên nû yên nîfaqê bên reşandin. Der heqê sûcên nefretê yên bi vî rengî da saziyên me yên ewlehî û darazê gavên ku hewce dikin wê mîna her gav biavêjin."AA

Dîroka nûkirinê: 22 Mijdar 2019, 16:57
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE