Serok Recep Tayyîp Erdogan û xanima wî Emîne Erdogan çûn ziyareta malbata Başak Cengiz a ku di êrîşa bi şûr da wefat kir û sersaxî dan malbatê.
Erdogan tevî xanima xwe ji bo Başak Cengîz a li Ataşehira navçeya Stenbolê di êrîşa bi şûr da can da çûn mala malbata wê ya li Yenîmahalleyê.
Beyhan Cengiz a dayîka Başakê dema malbata Erdogan dît got: "Çi xweş e ku mirovê li ber dilê me hatiye mala me."
Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî Derya Yanikê jî hevaltiya malbata Erdogan kir û sersaxî da dê û bavê Başakê Beyhan û Avnî Cengiz.
Serok Recep Tayyîp Erdogan û xanima wî Emîne Erdogan dema li albuma wêneyên mezûnbûna Başak Cengizê tê da bûn mêze kirin Emîne Erdoganê xwe negirt û çavanda hêsir hatin xwarê.
Dayîk Beyhan Cengizê jî şalpeya ku qîza wê di dema mezûniyeta xwe da avêtibû serê xwe wek diyarî da Emîne Erdoganê.
AA