Serok Erdogan, Îmamoglu pîroz kir

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan diyar kir daxwaza wî ew e ku encamên hilbijartina dubare ya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ji bo Stenbolê bibe wesîleya xêrê û Ekrem Îmamogluyê ku li gor encamên nefermî qezenc kir pîroz kir.

Erdogan li ser hesabê xwe yê Twitterê daxyanî da û Îmamogluyê li gor encamên nefermî Şaradariya Bajarê Mezin a Stenbolê qezenc kir pîroz kir.

Erdogan: "Ez hêvî dikim ku encamên hilbijartina dubare ya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ji bo Stenbola me bibe wesîleya xêrê. Îradeya neteweyî îro cardin tecelî kir. Ez Ekrem Îmamogluyê ku li gor encamên nefermî qezenc kir pîroz dikim."

Erdogan got ku wekî berî niha di pêvajoya ji niha pê va da jî bêyî ku ji demokrasî, serdestiya hiqûqê, aştî, refah û îstiqrara welatê xwe tewîzê bidin dê di çarçoveya prensîbên Îtifaqa Cumhûr da di nav çarçoveya yekîtî û bihevrabûnê da ber bi hedefên xwe yên 2023yan bimeşin û wiha pê da çû: 

"Di serî da em ê di Lûtkeya G-20 ya li di dawiya mehê da were kirin, ziyareta Çînê û paşê ya Ewropaya Başûr û Lûtkeya Balqanan da bi baldarî li ser mijarên derva û navxweyî yên Tirkiyeyê li gor berjewendiyên xwe yên neteweyî xebatên xwe bidomînin."AA

Dîroka nûkirinê: 24 Hezîran 2019, 09:34
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE