Serok Erdogan motorsîklêtvanên neteweyî ezimand

Serok Erdogan ji sporvanên neteweyî ra serfirazî hêvî kir û kurê Kenan Sofuoglu yê biçûk Zayn Sofuoglu jî motor ajot.

Serok Erdogan motorsîklêtvanên neteweyî ezimand

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan motorsîklêtvanên neteweyî Toprak Razgatlioglu, Can Oncu û Denîz Oncu yên ku di organîzasyonên navneteweyî da nûnertiya Tirkiyeyê dikin, ezimand.

Li gor daxuyaniya ku Federasyona Motorsîklêta Tirkiyeyê (FMT) weşand motorsîklêtvanên neteweyî û Serokê FMTê Bekir Yunus Uçar û Qaptanê Tîmên Neteweyî yên FMTê Kenan Sofuoglu li Stenbolê çûn serdana Serokomar Erdogan.

Serokomar Erdogan ji sporvanên neteweyî ra serfirazî hêvî kir û kurê Kenan Sofuoglu yê biçûk Zayn Sofuoglu jî motor ajot.

Di serdanê da Alîkarê Wezîrê Spor û Ciwaniyê Haza Yerlîkaya û Serokê Teşkîlata Spor Totoyê Bunyamîn Bozgeyîk jî cî girtin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE