Serok Erdogan piştî Civîna Kabîneya Serokomariyê bangî gel kir

Serokomar Erdogan piştî Civîna Kabîneya Serokomariyê ya ku li Kulliyeya Serokomariyê hat lidarxistin, bangî gel kir.

Serok Erdogan piştî Civîna Kabîneya Serokomariyê bangî gel kir

Serokomarê Türkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan destnîşan kir ku dest bi avakirina tesîsa pekandina peykan a mîkro kirine, di demeke ne dûr de ewê peykên welatê Türkiyeyê û yên dostên wê bişînin fezayê.

Serokomar Erdogan piştî Civîna Kabîneya Serokomariyê ya ku li Kulliyeya Serokomariyê hat lidarxistin, bangî gel kir.

Erdogan got, "Me dest bi avakirina tesîsa pekandina peykan a mîkro kir, di demeke ne dûr de emê peykên welatê xwe û yên dostên xwe bişînin fezayê. Di teknolojiya feza û peykê de ya ku di warên weke ji ragihandinê heta enerjiyê, ji parastina jîngehê heta pîşesaziya berevaniyê xwedî qadeke berfireh a bikaranînê ye, em biryardarin welatê xwe bikin markayek. Kî bêje 'li vî welatî pêwistî bi reforman tune ye' ew kes ji Türkiyeyê jî ji cîhanê jî ji civakê jî bêxeber e."

Serokomar Erdogan balkişand ser xebatên danîne makezagoneke nû ji bo Türkiyeyê û wiha got, "Belkî nuha dema wê yekê hatiye ku ji bo Türkiyeyê nîqaşên makezagoneke nû bê kirin. Emê di nêzîk de xebata berfireh a ku serenavên weke felsefe, armanc, hedef û fealiyetên pakêtên me yên reformê di xwe de digire, bi gel re parve bikin. Derbarê mijarên di qada yasadanîn de li Meclisê, derbarê mijarên îdarî de jî li Serokomariya me, emê dest bi avêtina gavên pêwîst bikin. Pêdivê bi awayekî şefaf birêve biçe û metna ku derket holê jî bêguman divê ji bo teqdîra gel bê pêşkêşkirin. Xebata Makezagonê karekî wisa nîn e ku digel kesên bi rêxistinên terorê re peywendîdar û digel kesên ku bi welat ve negirêdayine bê ajotin. Dema em bi hevkarê xwe yên di Îtifaqa Cumhûr de bigihijin têgihiştineke hevbeş, em di serdema pêşiya me de dikarin ji bo makezagona nû destbikar bibin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE