Serok Erdogan piştî hevdîtinên li Brukselê vegeriya welêt

Balafira taybet "TUR" a ku Serokomar Erdogan û heyeta pê ra tê da bû, saet 01.45an li Balafirha Esenbogayê danî.

Serok Erdogan piştî hevdîtinên li Brukselê vegeriya welêt

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ji paytextê Belçîkayê Brukselê ku ji bo rojekê ziyareta xebatê kir, vegeriya Enqereyê.

Balafira taybet "TUR" a ku Serokomar Erdogan û heyeta pê ra tê da bû, saet 01.45an li Balafirha Esenbogayê danî.

Alîkarê Serokomar Fuat Oktay, Waliyê Enqereyê Vasip Şahin û peywendîdarên din li balafigehê Erdogan pêşwazî kirin.

Digel Serokomar Erdogan, Wezîrê Karê Derve Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Navxweyî Suleyman Soylu, Wezîrê Berevaniya Neteweyî Hulusi Akar, Serokê MÎTê Hakan Fidan, Serokê Ragihandinê Fahrettin Altun, Berdevkê Serokomariyê Îbrahim Kalin û Berdevkê AK Partiyê Omer Çelik jî hatin Enqereyê.

AA

Dîroka nûkirinê: 10 Adar 2020, 17:50
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE