Serok Erdogan pîrozbahî li Serokkomarê KKTCê Tatar kir

Serok Erdogan bi peywendiyeke telefonê pîrozbahî li Serokkomarê KKTCê Tatar kir.

Serok Erdogan pîrozbahî li Serokkomarê KKTCê Tatar kir

Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan bi peywendiyeke telefonê pîrozbahî li Ersin Tatarê ku weke Serokkomarê Komara Tirkî ya Qibirsa Bakur (KKTC) hat hilbijartin, kir.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê, Serokkomar Erdogan di peywendiya telefonê de ji ber serkeftina wî ya di hilbijartina Serokkomariya KKTCê pîrozbahî li Ersin Tatar kir û got, "Hêvîdarim hilbijartina we ya ji bo wezîfeya Serokkomariyê ji kesayetiya we re, herwiha ji gelê KKTCê û doza me ya Qibrisê re bibe sedema başiyê."

Serokkomar Erdogan destnîşan kir ku Tirkên Qibrisê careke din têgehiştîbûna xwe ya demokratîk ji teveka cîhanê re îsbat kir û tekezî li wê yekê kir Ersin Tatar bi wê vîzyona xwe ya derbarê siberojê û serektiya xwe ya hêzdar ji hilbijartinê serkeftî derket.

Erdogan anî ziman ku baweriya wî bi wê yekê heye ku dê Ersin Tatat bi heq û edaletê wezîfeya serokkomariyê bimeşîne û got, "Ez di wê baweriyê de me, herwekî ku di serdema wî ya serokwezîriyê de jî me kir, dîsan emê hevkariya xwe di her qadê de bidomînin."

Serokkomar Erdogan herwiha anî ziman ku ewê di serdema pêşiya me de jî hewlên Tirkiye û KKTCê yên ji bo meseleya Qibrisê bidomin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE