Serok Erdogan Pêşangeha Dîroka Muzîka Tirkan ziyaret kir

Serok Erdogan Pêşangeha Dîroka Muzîka Tirkan ziyaret kir

Serokomar Recep Tayyip Erdogan tevî ciwanan û endamên malbatên hunermendên rehmetî yên alavên wan tên nimayişkirin, Pêşangeha Dîroka Muzîka Tirkan ziyaret kir ku li Pirtûkxaneya Gel a Serokomariyê vebû.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Ragihandina Serokomariyê, ji xeynî ciwanan, Ali Mahzuniyê kurê Aşiq Mahzuni Şerif, Çigdem Ozera neviya Aşiq Veysel, Done Ertaşa keça Neşet Ertaş, Ayten Yavaşçya jina Alaeddin Yavaşça, Metin Ertenê xwarziyê Yildiray Çinar, Mehmet Ali Karacayê kurê Kani Karaca, Nihal Şimşeka jina Hikmet Şimşek, Aydin Çekiçê kurê Çekiç Ali, Huseyin Kutsi Sezginê kurê Bekir Sidki Sezgin di ziyareta pêşangehê da hevaltiya Serokomar Erdogan kirin.

Her wisa dîrokzan-nivîskar Murat Bardakçi jî beşdarî ziyareta pêşangehê bû.

Serokomar Erdogan gava hat ber beşa der heqê Cem Karaca, ziyaretvanan bi strana "Deniz Ustu Kopurur" va nimayişeke (flashmob) surprîz kirin.

Serokomar Erdogan û yên din beşdariya stran û kulaman kirin. 

- Ji Serokomar Erdogan parvekirina pêşangehê

Serokomar Recep Tayyip Erdogan di parvekirina li ser hesabê xwe yê Twitterê da wiha got, "Me tevî ciwanan û endamên malbatên hunermendên rehmetî yên alavên wan tên nimayişkirin, Pêşangeha Dîroka Muzîka Tirkan ziyaret kir ku li Pirtûkxaneya me ya Gel a Serokomariyê vebû. Surprîzên xweş jî pêk hatin. Hûn dikarin pêşangeha biqîmet heta 15ê Tebaxê ziyaret bikin."

Erdogan piştî bernameyê, bi malbatên hunermendan ra sohbet kir.


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE