Serokomarê Tiriyeyê Recep Tayyîp Erdogan û jina wî Emîne Erdoganê ji bo hilbijartina Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ku tê nûkirin, li Uskudarê reya xwe da.
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û jina wî Emîne Erdogan ji bo ku reya xwe bavêjin di saet 12.20î da ji mala xwe ya li Kisikliya Uskudarê derket û hat Dibistana Navîn a Saffet Çebiyê.
Welatiyan li baxçeyê dibistanê Erdogan pêşwazî kir û Erdogan ket pola sandoqa ku nimreya wê "3300" ye û yek û yek destê wezîfedarên sandoqê toqe kir.
Serokomar Erdogan û jina wî Emîne Erdogan ji bo kontrola hewce dike nasnameyên xwe dan wezîfedarên sandoqê.
Erdogan ket kabînê û tercîha xwe kir û zerfa reyê avêt sandoqê. Piştî Serokomar Erdogan jina wî Emîne Erdoganê jî reya xwe da.
Wezîrê Xezîne û Maliyeyê Berat Albayrak û jina wî Esra Albayrakê jî li ser heman sandoqê reya xwe da.